Boris Johnson: Emê di 31'ê Cotmehê de ji Yekîtîya Ewrûpa derkevin

dibêje Brexit nayê taloqkirin

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johson diyar kir ku Brexit careke din neyê taloq kirin.

Johson li pêş avahîya hikûmetê ya li Londonê dîyar kir ku ewê di 31’ê Cotmehê de ji Yekîtîya Ewrupa (YE) derkevin.

Li gor nûçeyeke voayê Johnson daye zanîn ku ew dixwazin ku bi YE’ê re peymanekê çêkin û bang li parlamanterên partiya xwe ya li desthilatê kir ku bi hev re tevbigerin.

Jêderên nêzî Johnson didin zanîn ku ger plana bo Brexitê li Parlamantoya Brîtanya neyê pejirandin ewê di 14’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext bînin rojevê.