Nêçîrvan Barzanî: Lazime pirsa Kurd li Tirkiyê bi aştiyê bê çareserkirin

duhê jî li gel Serok Barzanî civiya bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 8ê Îlona 2019an li Hewlêrê pêşwazî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temelî û şanda pê re kir û di civînê de got ku divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyê bê çareserkirin.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji şanda HDPê re diyar kir ku ji bo despêkirin û serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye berdewam be, di wî warî de çi pêwîst be ew amadeye pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî got: Divê pirsa Kurd li Tirkiyê bi rêya aştiyane were çareserkirin, çimkî şer ti caran pirsa çareser nake. Divê derfetên bo aştiyê ji dest neyên dayîn.

Ji aliyê xwe şanda HDPê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kiriye û hêviya sekervtinê bo wî xwest.

Şanda HDPê herwiha spasiya Barzanî kir ku pêştir bo çareserkirina pirsgirêka û aştiyê hewl daye.

Di heman demê de Şanda HDPê dubare kir ku aştî di berjewendiyên tevahiya gelên Tirkiyê de ye û gelê Kurd dixwaze aştî û çareserî pêk were.

Herwiha herdu aliyan rewşa herêmê bi giştî û çend pirsên din gotûbêj kirin.