Cebelxaneyeke din ya heşda şebî teqiya

dibêjin dorne êrîşî cebelxaneyê kiriye

Li gor çapemeniya Îraqê duhê direngiya şevê agireke mezin bi cebelxaneyeke din ya çekdarên heşda eşîran ya ser bi heşa şebî ketiye û di encam de ev cebelxaneya han bi temamî hatiye teqandin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama agirê de teqînên mezin çê bûne û çend mûşek di nava malên welatiyan de jî ketine.

Ev cebelxane li Rojavayê Îraqê ye û hin jêder jî behsa vê yekê dikin ku bûyer jiber êrîşa dorneyan pêk hatiye.