Amara dawî ya xwepîşanderên kuştî hate belav kirin

4 hezar kes jî birîndar bûne

Netewên Yekgirtî amara dawî ya derbarê kuştî û birîndarên xwepîşandanên Bexdayê de balav kir.

Li gor daxuyaniya NY di xwepîşandanên Bexdayê de heta niha herî kêm 104 kes hatine kuştin û 4 hezar kesên din jî birîndar bûne.

NY herwiha dilgiraniya xwe  ya li hember bûyerên li Bexdayê diyar kiriye û daxwaz ji aliyên têkildar kiriye daku dawî bi wan aloziyan bînin.