Serok Barzanî bo Trump: Xwîna lawên Kurd ji çek û pereyan gelek hêjatire

Serok Barzanî bersifa Trump da

Serok Barzanî li ser pêgeha xwe ya li Twitterê peyamek nivîsand û bersifa Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Birêz Trump bo agahdariya te

Gelê Kurd hertim daxwaza mafên xwe yên reva kiriye û berevanî ji xwe kiriye, pêşmerge karîzmaya DIŞIê têk bir û Kurd beşeke bi bandor ya hevpeymaniya cîhanî bû.

Lazime her kes bizane ku xwîna lawên Kurd ji çek û pereyan gelekî bihadartire.