Lindsey Graham: Toleyên dijî Tirkiyeyê vê berdewam bin

dibêje pêncşemê dengdan li ser projeyê tê kirin

Senatorê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku ewê bernivîsa toleyan ya dijî Tirkiyê roja Pêncşemê pêşkeş bike.

Li gor nûçeyeke voayê Graham ji rojnamevanan re da zanîn ku toleyên rêvebirîya Trump yên dijî Tirkîyê rind in û amaje kir ku dewama wan jî dê hebe.

Graham got. Ez dê bernivîsa toleyan ya dijî Tirkiyê roja Pêncşemê pêşkeş bikim. Ew gava ku rêvebirîya Trump bi biryarnameya dijî Tirkîyê avêtî pîroz dikim, lê dewama wê jî dê were.

Berî Graham, Serokê Civata Nûneran Nancy Pelosi jî gotibû ku paketa toleyan ya dijî Tirkiyê kêm e.