Du rojnamevan li Silêmanî canê xwe ji dest dan

hîn jî sedema bûyerê nehatiye zelal kirin

Şeva derbasbûyî li bajarê Silêmanî du rojnamevan yên ku hevjînê hev bûn, canê xwe ji dest dan.

Amanc Mihemed Nûrî û Lane Mihemed Salih ku hevjînê hevin li gel zarokê xwe yê temen sê sal li ber terminal Şarezûr ya li Silêmanî di encama bûyereke teqe kirinê de canê xwe ji dest dane.

Hinek alî behsa vê yekê dikin ku ev bûyera han întîhare, hinek aliyên din jî bi gomanin li ser vê bûyerê.

Part û aliyên siyasî yên Kurdistanê jî daxwaza eşkere kirina bûyerê dikin û fraksyona partiya demokrata Kurdistanê jî ev bûyera han bi bûyereke tirsinok wesif kiriye û daxwaza lêkolînên cidî û şefaf li ser vê bûyerê dike.