Hêzên rejîmê Kolberekî din kuştin

li Bane û Hac Omeranê êrîşî Kolberan kirine

Di çarçoveya êrîşên hêzên çekdar yên rejîma Îranê yên bo ser Kasibkar û Kolberên Kurd de, roja du şemê Kolberekî din yê Kurd bi navê Tahir Husênî ku xelkê gundekî ser bi Baneyê ye canê xwe ji dest daye.

Herwiha hate zanîn ku heman roj çekdarên rejîmê li sînorê Hac Omeranê jî êrîşî ser Kolberan kirine û du Kolber birîndar kirine.