Hunermendekî navdar yê Kurd koça dawî kir

îro li Îstenbûlê koça dawî kiriye

Îro li bajarê Îstenbûlê hunermendê navdar yê Kurd, Seîd Yûsif jiber nexweşiyê koça dawî kir.

Seîd Yûsif sala 1947 li Qamîslo ji dayik bûye, temena xwe bo stiran û muzîka Kurdî terxan kiribû û ew qas pêşkeft daku bi fermî sendîkaya hunermendên Sûriyeyê naznavê Emîrê Bozqê jê re pêşkêş kir.

Her du stiranên Ay Felek û Qamîşlo bajarê ewînê ji stiranên vî yên bi nav û dengin.

Nav hatî li ser asta dever û cîhanê jî çendîn car xelatên curbicur yên warê mûzîk û hunerê stendiye.

N: E. G