Serokwezîr dibêje lazime terorîst werin cezakirin

Hişam Haşimî duhê li Bexdayê hatibû terorkirin

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê teror kirina Hişam Haşimî de belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Teror kirina Şîrovekarê siyasî û karûbarên ewlekarî yê Îraqî ( Hişam Haşimî) bi tundî mehkûm û şermezar dikim.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbet û hevkarên wî dikim. Hêvî dikim bikerên ev tawana han di demeke kêm de werin dîtin û cezakirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

7/7/2020