Li Rojavayê 11 kesên din bi Koronayê ketine

heta niha bi giştî 10 kes canê xwe ji dest dane

Li gor daxuyaniya desteya tendirostî ya Rojavayê Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de 11 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han di nava heman 24 seatan de 2 kesên din jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi giştî 182 kes bi Koronayê ketine û 10 kes canê xwe ji dest dane û heta niha 17 kes jî baş bûne.

N: E: G