Konsulusxaneya Amerîkayê hevkariya çend debistanan dike
30/11/2020 - 15:37
Hevkariyên han li Hewlêrê hatin dabeşkirin.
Îro şandeke wezareta pêşmerge li gel şandek ji tîma Şêwirmendiya ewlekarî ya Konsulusxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê, serdana çend debistanên li Hewlêrê kirin û hevkariyên Konsulusxaneya Amerîkayê li ser debistan û Xwendekaran dabeş kirin.
Ew hevkariyên han pêk hatibûn ji pêdiviyên xwnedin, weke çanta, pênûs, defter û amûrên din.
Beriya niha jî careke din Konsulusxaneya Amerîkayê hevkariya hijmareke din ji Xwendevan û debistanan kiribû.
N: E.G