Karsazeke Amerîkî canê xwe ji dest daye

îro navenda Eyn Esed rastî êrîşa mûşekî hatiye.

 

Di dema êrîşê de dilê wî rawestiyaye.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê John Kirby ragihand ku îro çarşem danê sibê bi 10 mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Eyn Esed ya li Îraqê yaku têde hêzên hevpeymanan dimîinin, karsazek canê xwe ji dest daye.

Kirby diyar kiriye ku dema êrîş pêk hatiye ev, karsaz xwestiye xwe veşêre, lê di dema hewldana xwe veşartinê de rastî rawestana dil hatiye û canê xwe ji dest daye.

Kirby ev yek aniye ziman ku tenê ev karsaz canê xwe ji dest daye û tiştek bi keseke din nehatiye.

N: E. G