Nêçîrvan Barzanî sersala Êzidiyan pîroz dike

dibêje hewlên me yên bo awa kirina deverên Êzidiyan berdewam dibin.

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kiriye.

Bi minasebeta hatina çarşema Sor û sersala nû ya Êzidiyan Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Êzidiyan kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Cejna Sersalê, çarşema Sor li Êzidiyên Kurdistan û cîhanê pîroz dikim, pîrozbayiyên gerim pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên terorê û kesên ku hîn jî di nava kempan de jiyana xwe didomînin dikim. Bi hêviya ku cejn û bîrhatinên pêş di rewşeke aram de li me vegerin.

Îsal jî dîsa cejn di demekê deye ku Kurdistan jî weke tevahiya cîhanê ji destê Koronayê dinale, hêvî dikim her kes pêbendî rêkarên tendirostî û xweparêziyê be.

Mixabin li gel rewşa giran ya jiyana di nava kempan de, hîn jî çarenivîsa zêdetir ji 2 hezar welatiyên me yên Êzidî yên revandî ne diyare.

Emê dîsa gerentî didin Êzidiyan heta ku Êzidiyeke revandî mabe, emê li pey çarenivîsa wan bigerin, çi pêwîst be bo rizgar kirina wan emê bikin, herwisa hewlên me yên bo awedan kirina deverên Êzidiyan û bi parêzgeh kirina Şingalê jî berdewamin.

Sersala we hemûya pîroz be û her sal bi xêr û xweşî be.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî