Îstîxbarata nîştimanî ya Amerîkayê raportek derbarê Sûriye û Rojavayê de belav kir

dibêje Kurd di bin zextên sê dewletan dene.

Dibêje nabe Amerîka ji Sûriyeyê vekêşe.

Dezgeha îstîxbarata nîştimanî ya Amerîkayê derbarê gefên li ser Amerîkayê di sala 2020an de û rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de raportek belav kiriye.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku gelê Kurd li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di bin zextên gelek zêde yên sê dewletan deye.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku her yek ji Rûsye, Sûriye û Tirkiyeyê gelek zextan li gelê Kurd li Sûriyeyê dikin û eger Amerîka ji Sûriyeyê vekêşe vê zextên wan her sê dewletan li ser gelê Kurd zêdetir bibin lewre lazime Amerîka li ser vê mijarê baldar be û hêzên xwe bilez ji Sûriyeyê venekêşe.

Di berdewamiya raportê de derbarê hêzên Amerîkayê de jî hatiye eşkere kirin ku hêzên Amerîkî li Sûriyeyê şerê dijî hêzên Sûriye, Îran û komên cîhadî dikin.

N: E. G