Cemal Kerbulî nehatiye azad kirin

partiya wî xwedan 40 korsiye li Parlementoya Îraqê de.

Beriya çend rojan jiber gendeliyê hatibû girtin.

Hikûmeta Îraqê nûçeyên derbarê azad kirina Serokê partiya Hel ya Îraqî, Cemal Kerbulî red kir.

Hin aliyên çapemeniyê belav kiribûn ku Serokê partiya hel ya Îraqî Cemal Kerbulî ku jiber gendeliyê beriya çend rojan li Bexdayê hatibû girtin, hatiye azadkirin, lê îro hikûmeta Îraqê ev nûçe red kir û ragihand ku nav hatî hîn jî girtiye û lêkolîn û lêpirsîn jî berdewamin.

Partiya hel partiyeke sune ya Îraqê ye û Cemal Kerbulî jî damezrênerê vê partiya hane.

Di nava parlementoya Îraqê de xwedan 40 korsiye.

N: E. G