Zêdetir ji 100 hezar torîst serdana Silêmanî kirine

dahata cîhên torîstîkî 20 miliyon dolar bûye.

 

Dibêje dahata cîhên torîstîkî 20 miliyon dolar bûye.

Birêveberatiya torîzma parêzgeha Silêmanî daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku di nava 5 rojên cejna Remezanê de herî kêm 100 hezar torîstên Îraqî serdana vê parêzgehê kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku bi tenê di nava wan 5 rojên cejnê de dahata cîhên torîstîkî yên Silêmanî 20 miliyon dolar bûye.

Piraniya wan torîstan serdana her çar cîhên torîstîkî yên li Silêmanî, ( Dûkan, Ehmedawa, Avêser û Zilmê) kirine.

N: E. G