Brîtanya: Lazime sînorek bo komên çekdar were danîn

dibêje lazime demokrasiya Îraqê were bihêztir kirin.

 

Dibêje komên çekdar rewşa Îraqê têk didin.

Balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Stepehn Hickey li ser hesabê xwe yê li twitterê derbarê rewşa Îraqê de peyamek weşandiye.

Stephen Hickey di peyama xwe de nivîsandiye: Hebûna komên çekdar yên derqanûnî li Îraqê, rewşa welat aloz dikin lewre lazime sînorek bo wan komên çekdar were danîn.

Nav hatî herwiha nivîsandiye: Bo bihêz kirina demokrasiyek ku hêjayê Îraqê be û Îraq pêşde bibe lazime sînorek bo komên çekdar were danîn.

N: E. G