Du berpirsên Îraqî hatin girtin

bertîl wergirtine û karên derqanûnî kirine.

 

Bertîl wergirtine.

Komîteya destpakiyê ya Îraqê îro yekşem ragihand ku du berpirsên deriya sînorî ya Um Qeser ya li Besreyê hatine girtin.

Li gor daxuyaniya komîteya destpakî ya Îraqê, Birêveber û berpirseke din ya deriya sînorî ya Umqesr ya li Besreyê ji ber wergirtina bertîlê hatine girtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku ev her du berpirsên han li hember wergirtina pereyan, karên derqanûnî kirine û di prosodorên gomrukî de qaçaxçîtî kirine.

N: E. G