Hevpeymaniya cîhanî: Bi pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê dilxweşin

dibêje hêvî dikin ku yekeya 70an jî bikeve ser wezaretê.

Beşdarî di ahenga bi dawî hatina devreya perwerdehiya hêzên pêşmerge kiriye.

Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî bi Serokatiya Jeneral William beşdarî di ahenga bi dawî hatina devreyeke din ya perwerdehiya hêzên pêşmerge yên ser bi yekeya 80an kir.

Piştî bi dawî hatina ahengê, Jeneral William ragihand ku hevpeymaniya cîhanî li hember pêşkeftinên heyî yên li herêma Kurdistanê dilxweşe.

Ev Fermandarê hevpeymanan herwiha anî ziman ku prosesa reforman ya di nava wezareta pêşmerge de bi çavdêriya komîteyeke şêwirmendan ya hevpeymaniya cîhanî tê birêvebirin û heta niha jî di vê warî de gavên gelek baş hatine avêtin.

Nav hatî diyar kir ku hêzên yekeya 80an û piştîvaniya yek ketine ser wezareta pêşmerge û ev yek jî gaveke gelek başe û hêvî dikin ku hêzên yekeya 70an jî bi heman awayî bikevin ser wezareta pêşmerge daku hêzên pêşmerge bibin yekgirtî û profesiyonel.

N: E. G