Serokwezîr li gel şandeke NY civiya

dibêje lazime amareke zanistî ya şêniyan were derxistin.

Di civînê de behsa serjimêriyeke zanistî hatiye kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Netewên Yekgirtî civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 21ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Birêveberê giştî yê sendoqa Netewên Yekgirtî bo şêniyan ( UNFPA) Ieep Petersen û şandeke pê re kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û sendoqa NY ya bo şêniyan bi armanca geşe pêdana berdewam ya şêniyan kir.
Herwiha me amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo piştîvanî kirina bernameyên NY ji bo geşe pêdana şêniyên herêma Kurdistanê û baştir kirina rewşa tendirostî, xwendin û pere pêdana samanên însanî, diyar kir.
Di beşeke din ya civînê de me behsa girîngiya rê girtin ji tundûtîjî ya di nava malbetan û baştir kirina rewşa malbetan kir ku bingeheke girîng ya civakeke tendiroste.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser girîngiya amareke zanistî ya şêniyên herêma Kurdistanê û Îraqê bi hemahengiya li gel NY bi mercek ku lazime di dema amade kirina amara han ev yek li ber çav were girtin ku hinek dever li Îraqê bi taybetî navçeyên veqetandî yên ji herêma Kurdistanê rastî guhertina demografî hatine û bi sed hezaran kes ji şêniyên wan deveran jiber şer, nearamî û aloziyan cîhên xwe bi neçarî vala kirine û xelkên din di şûna wan de hatine bicîhkirin.
N: E. G