Parlementoya Ewrûpayê sibê dicive

vê nîqaş li ser zextên li dijî opozîsyonê were kirin.

Civîn taybete bi rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê.

Biryare sibê sêşem parlementoya Ewrûpayê civîneke taybet derbarê Tirkiyeyê de lidar bixe.

Di civîna sibê ya parlementoya YEê de vê giftûgoyeke berfire li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û zextên hikûmetê yên li ser opozîsyona Tirkiyeyê bi taybetî jî li dijî HDPê were kirin.

Tê payîn ku piştî bi dawî hatina civînê parlementoya YE daxuyaniyek jî biweşîne û çend biryaran jî derbarê Tirkiyeyê de bistîne.

N: E. G