Tirkiye siyasetê xwe li hember Beşar Esed guhertiye

dibêjin Tirkiye berdewamiya desthilata Beşar Esed qebûl kiriye.

Li gel rejîma Sûriyeyê di civînê deye.

Kom civîna Astanayê yaku heta niha 16 caran bi pêşengiya Îran û Rûsyeyê bo dîtina çareseriyek bo qirîza Sûriyeyê hatiye lidarxistin, îro dîsa li Nûr Sultana Paytexta Qirqîzistanê destpê kir.

Civîn vê du rojan bidome û sibê nîqaşên gerim li ser rewşa Sûriyeyê werin kirin.

Xala balkêş ya kom civîna vê carê, ew ku hikûmeta Tikiyeyê di bin zextên Îran û Rûsyeyê de qebûl kiriye ku bo car ewil li gel nûnerên rejîma Sûriyeyê beşdarî di civînê de bike.

Pispor behsa vê yekê dikin ku qebûl kirina daxwazên Îran û Rûsyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve bo beşdarî kirin di civîna li gel nunerên rejîma Sûriyeyê, nîşaneya vê yekê ye ku Tirkiye dev ji siyaseta hewl dan bo dûr xistina Beşar Esed berdaye û siyaseta xwe li hember Sûriye û rijîma niha ya Sûriyeyê guhertiye.

N: E. G