Li Bakûr 12 koçber canê xwe ji dest dan

20 koçber jî birîndar bûne.

Di encama bûyereke tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, duhê direngiya şevê, mînîpasek ku têde 65 koçber hebûne, qolipiyaye.

Di encama bûyera ku li nêzî navçeya Yumaklî ya ser bi bajarê Wanê qewmiye, herî kêm 12 koçber canê xwe ji dest dane û 20 koçber jî birîndar bûne.

N: E. G