Taliban huşdarî dide Tirkiyeyê

dibêje emê weke hêzeke dagîrker li wan binêrin.

Dibêje lazime Tirkiye jî hêzên xwe vekêşe.

Li gel berdewam kirina prosesa vekêşana Amerîkayê ji Efxanistanê, Talibanî jî êrîşên xwe yên li dijî hikûmeta vê welatî zêdetir kirine û heta niha kariye zêdetir ji sedî 80 Efxanistanê kontrol bike.

Taliban herwiha huşdarî daye Tirkiyeyê û gotiye lazime Tirkiye jî hêzên xwe vekêşe.

Peyvdarê Talibanê, Zebîhulah Mucahêd diyar kiriye ku lazime Tirkiye jî ji Efxanistanê hêzên xwe vekêşe beruvajî vê weke hêzeke dagîrker li hember wan nizîkatî were kirin.

Zebîhula Mucahêd herwiha diyar kiriye ku rayedarên Tirkiyeyê sozên xwe binpê kirine jiber ku di civîn û hevdîtinên me de Tirkiye ji me re gotiye ku bêyî razî bûna Talibanê ti gavek li vê welatî navêje lê niha Tirkiye beruvajî tevdigere û li ser fermana Amerîkayê dixwaze hêzên xwe li Efxanistanê bihêle û ev yek jî bi wateya dagîrkeriye ku em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin.

N: E. G