Di nava 5 salan de zêdetir ji 300 hezar kesan hatine girtin

piraniya wan endamên artêş û hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ne.

Bi hinceta endam bûn di nava cemaeta Gulen de hatine girtin.

Li gel hatina salvegera kûdetaya 15ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê, wezareta berevanî ya vê welatî daxuyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava wan 5 salên derbasbûyî de li dijî endamên cemaeta Gulen bi giştî 136 hezar operasiyon hatine lidarxistin û di encama wan operasiyonan de jî 312 hezar kes ku piraniya wan ji artêş û hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ne bi hinceta endam bûn di nava cemaeta Gulen de hatine girtin.

N: E. G