Artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şande Serê Kanî

252 leşkerên din şandiye Serê Kanî.

 

Ev hêza han îro hatiye birêkirin.

Li gor zaniyariyên ji herêmê, îro artêşa Tirkiyeyê hêzeke din şandiye bajarê Serê Kanî.

Bajarê Serê Kanî ya li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyan ve hatiye dagîrkirin, niha qada operasiyonên Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ye.

Artêşa Tirkiyeyê di vê çarçoveyê de bo beşdarî kirin di operasiyonên dijî hêzên Kurdî de, îro 252 leşkerên din yên xwe şande Serê Kaniyê.

Weke tê zanîn duhê jî hin jêderên nûçeyan behsa vê yekê kiribû ku Tirkiye niha dest kiriye bi guhertina demografiya Serê Kanî û Girê Spî û koçberên Efxanî li wan bajarên Kurdî bicîh dike.

N: E. G