NY huşdarî dide Îranê

dibêje bila kêşeyên xelkê çareser bike.

Dibêje di şûna kuştina xelkê kêşeyên wan çareser bike.

Xwepîşandan û aloziyên li Îranê berdewamin û hêzên ewlekarî yên rejîmê jî berdewamin li ser êrîş kirine ser Xwepîşanderan û heta niha jî zêdetir ji 10 Xwepîşander hatine kuştin.

Di vê derbarê de Netewên Yekgitî jî daxuyaniyek belav kiriye û huşdarî daye Îranê.

NY diyar kiriye ku lazime Îran dawî bi êrîş kirine ser Xwepîşanderan bihêne û rêz ji mafên wan bigire.

NY herwiha diyar kiriye ku lazime rejîma Îranê di şûna ku Xwepîşanderan bikuje lazime kêşeyên wan çareser bike û daxwazên wan cîhbicîh bike.

Weke tê zanîn ev zêdetir ji 20 rojane li Îranê jiber bêavî û elektirîkê xwepîşandan û alozî hene û li gelek bajaran jî diroşmeyên dijî rejîmê tên gotin.

N: E. G