14 terorîstên DIŞIê hatin girtin

4 ji wan li Bexdayê hatine girtin.

Ji aliyê hêzên antî terorê yên Îraqê ve hatine girtin.

Rayedarên ewlekarî yên Îraqê ragihandin ku operasiyonên hêzên ewlekarî yên Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê berdewamin.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê, di çarçoveya operasiyonên dijî DIŞIê de hêzên wan karîne li navçeya Letîfiye li Başûrê Bexdayê 4 terorîst, li Parêzgeha Enbarê jî 6 terorîst û Diyala û Selahedînê jî 4 terorîstên din yên DIŞIê binçav bikin.

N: E. G