Çîn hevkariya Kurdistanê dike

100 hezar vaksînên dinjî Koronayê dide Kurdistanê.

100 hezar vaksîn dişîne Kurdistanê.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav li ser hesabê xwe yê fermî belav kiriye ku îro li gel Konsulusê Çîn yê li Hewlêrê civiyaye û di civînê de behsa çend mijaran kirine û hikûmeta Çînê berdewamiya hevkariyên xwe yên bo Kurdistanê diyar kiriye.

Omîd Xweşnav eşkere kiriye ku hikûmeta Çînê vê 100 hezar vaksînên dijî Koronayê bişîne bo Kurdistanê.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku vê hikûmeta Çînê li Hewlêrê jî projeyeke girîng ya xizmetgozarî cîhbicîh dike.

N: E. G