Serokwezîr û şanda kombûna Kefaat ya Îraqî civiyan

behsa amadekariyên hilbijartinên Îraqê hate kirin.

Behsa rewşa siyasî ya Îraqê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê kombûna Kefaat ya Îraqî Dr, Heysem Cibûrî kir.

Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên dawî  yên Îraqê û têkiliyên navbera hikûmeta fedralî û hikûmeta herêma Kurdistanê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Îraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime hilbijartineke azad, amar û şefaf were kirin ku bibe sedema dabîn kirina aramiyê li Îraqê de.

N: E. G