Şandeke Albanî duhê serdana Rojavayê kir

14 ji wan zarokin.

Welatiyên xwe yên nava DIŞI wergirt.

Li gor jêderên çapemeniyê, duhê şandeke hikûmeta Albanî bi Serokatiya Konsulusê Albanyayê yê li Sûriye, Libnan û Urdinê, Mark Gharib serdana Rojavaya Kurdistanê kiriye.

Ev şand piştî civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên îdareya xweser ya Rojavayê, li gel komîteya têkiliyên derve jî civiyaye û di civînê de nîqaş li ser çend mijaran hatiye kirin bi taybetî wergirtina welatiyên Albanî yên ku endamên DIŞIê bûne û di nava kempa Holê de dijîn.

Her di çarçoveya heman serdanê de şanda Albanî 19 welatiyên xwe yên ku berê endamên DIŞIê bûne û ji 14 zarok û 5 jinan  pêk hatiye wergirtiye û vegerandiye welatê xwe.

N: E. G