Misir: Me 89 terorîst kuştine

li deşta Sînayê hatine kuştin.

Li deşta Sînayê hatine kuştin.

Artêşa Misirê ragihand ku êrîş û operasiyonên wan yên li dijî DIŞI û komên din yên terorîstî berdewamin.

Li gor daxuyaniya artêşa Misirê, duhê hêzên leşkerî yên Misirê li deşta Sînayê operasiyoneke mezin li dijî komên terorîst lidar xistine û di encama operasiyona han de herî kêm 89 terorîst hatine kuştin.

Operasiyon li Bakûr û Bakûrê Rojhilatê deşta Sînayê hatiye lidarxistin û ji bilî kuştina 89 terorîstan hevdem gelek tonel û pêgehên xwe veşartinê yên terorîstan jî hatine jinavbirin.

N: E. G