Wezareta navxwe proje qanûnek da civata wezîran

vê bo parlementoyê jî were şandin û bikeve meriyetê.

Taybete bi hilgirtina çekan.
Îro wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya hewldanên xwe de yên bo pêşî girtin ji hilgirtina çekên derqanûnî, proje qanûnek radestî civata wezîran kir.
Di proje qanûna han de şer û mercên qanûnî yên bo hilgirtina çekan hatine diyarkirin û herwiha çend pêşniyar jî bo ceza kirina kesên ku bi awayekî derqanûnî çekan hildigirin hatine pêşkêşkirin.
Vê civata wezîran nirxandin li ser proje qanûnê bike û piştî bi dawî hatina bêhinvedana parlementoyê bo parlementoyê were şandin û piştî ku ji aliyê parlementoyê ve hate pejrandin vê bikeve meriyetê.
N: E. G