Serokê CHPê serdana gundê xuşikan kir

dibêje emê qerebûya zirarmendan bikin.

Beriya çend rojan ber lehiyê ketibû.

Îro Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglû serdaa gundê xuşikan ya li Elbakê ya ser bi Wanê kir.

Gundê xuşikan beriya çend rojan ber lehiyê ketibû û rastî zirarên mezin yên madî hatibû.

Kilicdaroglû li gel zirarmendên lehiyê civiya û behsa rewşa wan hate kirin û Kilicdaroglû tekez li ser vê yekê kir ku, bo qerebû kirina zirarmendan çi ji destê wan were vê bikin.

N: E. G