Kilicdaroglû bo alîgirên Erdgan: Biçin bo Efxanistanê

dibêje ew nikarin welat îdare bikin.

Serokê CHPê duhê serdana parêzgeha Vanê kiribû.

Serokê CHP Kemal Kilicdaroglû di çarçoveya serdana xwe ya bo parêzgeha Vanê ya li Bakûrê Kurdistanê, piştî serdana xwe bo devera Elbakê yaku jiber lehiyê rastî ziraran hatibû, çû nava bajarê Vanê.

Kilicdaroglû li Vanê li gel rîşspî, kesatiyên navdar, oldar, Serok eşîr û pêşengên terîqetan civiya.

Di civînê de rixmî nîqaş kirin li ser rewşa deverê bi taybetî û rewşa giştî ya Tirkiyeyê bi giştî, behsa hin mijarên din jî hatekirin.

Kilicdaroglû di gotarekê de rexneyên tund li AKP û hikûmeta Erdogan kir û ragihand ku nikarin welat îdare bikin lewre welat rastî gelek kêşe û qirîzan hatiye.

Nav hatî di berdewamiya gotara xwe de xetab bi alîgirên Erdogan û ew kesên ku dibêjin bo Erdogan kefen li xwe kirine, got: Biçin bo Efxanistanê.

N: E. G