Li Enqere 76 kes hatin girtin

duhê bişev enqere bibû qada pevçûnan.

Êrîşî ser Penaberên Sûrî kiribûn.

Duhê bi şev li Enqereya paytexta Tirkiyeyê pevçûneke dijwar di navbera komên neteweperest yên Tirk û penaberên Sûriyeyê de çê bû.

Ji êwarê ve heta danê sibê, neteweperestên Tirk êrîşên xwe bo ser mal û dikanên penberên Sûrî domandin.

Di encama wan êrîş û pevçûnan de hijmareke zêde penaber birîndar bibûn.

Îro jî hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê li dijî neteweperestan operasiyon kirin û 76 neteweperestên ku êrîş pêk anîbûn binçav kirin.

N: E. G