Bûza li serê Çiyayê Agiriyê dihele

bo torîstan dibe sedema metirsiyan.

Cemed ango bûza li serê Çiyayê Agiriyê ji ber guherîna îklîmê û şertên hewayê, dihele.

Cemed ango bûza li serê Çiyayê Agiriyê ji ber guherîna îklîmê û şertên hewayê, dihele.

"Cemeda kumik" ya li lûtkeya çiyayî li ser qadeke 10,2 kîlometrekareyî ye, ji başûr digihêje Ava Gayê ya li Bazîda Agiriyê û ji bakur jî digihêje Geliyê Cehenemê yê li Aralika navçeya Îdirê ye.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Coxrafyayê ya Fakulteya Fen Edebiyatê yê Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Oguz Şîmşekî ji Ajansa Anadolûyyê re gotiye, cemeda li lûtkeya Çiyayê Agiriyê ji heyama cemedî ya dawîn maye û lewma jî girîngiyeke wê ya mezin heye:

"Cemedeke 10,2 kîlometrekareyî heye ku ji lûtkeyê dişiqite û tê digihêje geliyên li quntarê çiya. Germbûna kurewî ya ku em li welatê me bandora wê bi awayekî berbiçav dibînin, mixabin tesîrê li cemeda li Çiyayê Agiriyê jî dike. Ji ber cemedên ku nexasim serê Tîrmehê û meha Tebaxê heliyan, hezaz çêbûn."

Şîmşek wiha dewam kiriye:, "Di Hezîrana sala 1840î de li geliyê ku em jê ra dibêjin Newala Cehenemê cemed qut bûye, ji jor da hatiye xwarê û di encamê da 1600 kes mirine. Roja îroyîn jî li Çiyayê Agiriyê ji ber germbûna kurewî cemed dihelin. Nexasim li hêla başûr a çiyê li Newala Ga ku ji nêzîkî 4 hezar û 500 metreyî dest pê dike, cemed bi awayekî berbiçav dihele."

"Ji bo çiyageran dibe ku metirsî çêbibe"

Şîmşekî bal kişandiye ser wî tiştî ku Çiyayê Agiriyê sembola herêmê ye û lewma jî her sal ji her deverên cîhanê gelek çiyager serdana wê derê dikin û her wisa helîna cemedan dibe ku ji bo çiyagerên dixwazin bên herêmê, dibe metirsî çêbibe.

Ji bianetê hatiye wergirtin.

N: E. G