Hijmara miriyan li Îranê zêde bûye

di nava 24 seatan de 550 kesan canê xwe ji dest dane.

Heta niha zêdetir ji 110 hezar kesan canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îranê him hijmara kesên ku rojane bi Koronayê dikevin û him jî hijmara kesên ku canê xwe ji dest didin zêde bûye.

Wezareta tendirostî ya Îranê diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 550 kesên din jiber koronayê canê xwe ji dest dane û bi vê rengî hijmara kesên ku heta niha canê xwe ji dest dane bûye, 110 hezar û 64 kes.

Di nava heman demê de 20 hezar û 404 kesên din bi Koronayê ketine.

Heta niha li Îranê bi giştî 5 miliyon û 103 hezar û 537 kes jî bi Koronayê ketine.

N: E. G