Davudoglû: Siyaseta li Efrînê tê meşandin şaşe

dibêje lazime Tirkiye rêz ji biryarê Sûriyan bigire.

Dibêje lazime Tirkiye rêz ji biryarê Sûriyan bigire.

Serokê gelekcek partî, Ehmed Davudoglû di dêmaneyekê de li gel kanaleke Kurdî behsa rojavayê Kurdistanê kir.

Davudoglû ragihand ku eger hat û Sûriye biryara fedrasiyonê bo Kurdan li Rojavayê da, vê demê tişta dikeve stûyê Tirkiyeyê eve ku rêz ji vê biryara han bigire.

Davudoglû herwiha diyar kiriye ku li Tirkiyeyê statoyeke etonom bo Kurd nabe jiber ku rewşa Tirkiye ne weke rewşa Îraq û Sûriyeyê ye.

Nav hatî derbarê operasiyonên artêşa Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê û navendên leşkerî yên Tirkiyeyê li deverê de jî diyar kiriye ku eger pkk çekên xwe deyine vê demê ti pêdiviyek bi wan navendên leşkerî û operasiyonên leşkerî namîne.

Derbarê rewşa Efrînê de jî Ehmed Davudoglû ragihandiye ku tişta li Efrînê tê kirin şaşe, jiber ku ji sedî 99ê şêniyên Efrînê Kurdin lê zimanê Kurdî hatiye qedexekirin ev siyaseteke şaşe.

N: E. G