Di mehekê de 19 Kolber bûne qurbanî

3 welatî jî bi eşkence kirinê hatine kuştin.

Ji aliyê hêzên Îranî ve êrîşî ser wan hatiye kirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku di meha Tebaxê de di encama êrîşên raste rast yên çekdarên Îranê yên bo ser Kolberê Kurd bi giştî 19 Kolber hatine kuştin û birîndarkirin.

Hengawê heriwha diyar kiriye ku di nava heman demê de encama êrîşên çekdarên rejîmê de 5 Kolber canê xwe ji dest dane.

Hengawê behsa vê yekê kiriye ku di meha Tebaxê de 3 welatiyên Kurd bi eşkencekirinê hatine kuştin û welatiyeke din jî hatiye darvekirin.

Her di nava heman demê de 38 welatiyên Kurd hatine girtin û 7 çalakvanên Kurd jî bi tawana hebûna têkiliyên wan li gel partiyên Kurdî hatine girtin.

N: E. G