Aloziyên li Îdlibê berdewamin

li çiyayê Zawiyeyê şer berdewame.

Tirkiye hêzeke zêdetir dişîne Îdlibê.

Aloziyên li Îdlibê di navbera Rûsye, Sûriye û komên çekdar yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin berdewamin.

Di vê çarçoveyê de di rojên derbasbûyî de hêzên asmanî yên Rûsye û hêzên bejahî yên Sûriyeyê li derdorê Îdlibê bi taybetî I çiyayê Zawiye dest bi operasiyonên berfire li dijî komên çekdar yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanîkirin kirine.

Li gel wan operasiyonan jî, balefirên şer yên Rûsî li Îdlibê navend û baregehên wan koman bordiman dikin.

Li hember de jî ajansa Bloomberg ragihand ku duhê Tirkiye hêzeke zêde şandiye Îdlibê.

Herwiha biryare di nava çend rojên pêşiya me de Serokê Rûsye û Tirkiyeyê bo nîqaş kirin li ser rewşa Idlibê li Soçiyê bicivin.

N: E. G