Artêşa Tirkiyeyê ketiye metirsiyê

jiber metirsiyên ku rastî artêşa Tirkiyeyê hatine dev jikar berdane.

5 generalên artêşa Tirkiyeyê dev jikar berdane.

Nivîskarê Tirk Metîn Gurcan di derbarê rewşa artêşa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û dev jikar berdana generalên artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê, babetek nivîsandiye.

Nivîskar di babeta xwe de behsa vê yekê kiriye ku li gor zaniyariyên ku ji rayedarên artêşa Tirkiyeyê dest wî ketine, di wan rojên dawî de 5 generalên artêşa Tirkiyeyê ku piraniya wan Fermandarên hêzên taybetin, dev ji kar berdane.

Metîn Gurcan li ser zarê rayedarên artêşa Tirkiyeyê nivîsandiye ku sedema dev jikar berdana wan generalan, nebûna siyaseteke zelal ya hikûmetê li hember Sûriyeyê, westiyayiya artêşa Tirkiyeyê û zêde bûna metirsiyane li li ser artêşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê de.

N: E. G