Li Serdeştê ciwanekî Kurd hate girtin

heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê Serdeştê ya li Rojhilatê Kurdistanê ciwaneke 15 salî bi navê Mihemed Ferdanî û şêniyê devera Mîrava ya Serdeştê ye binçav kirine.

Li gor nûçeya Hengwê, ev ciwanê Kurd bi hinceta hevkarî kirina partiyeke Kurdî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye girtin.

Hengawî tekez li ser vê yekê kiriye ku heta niha ti zaniyarî derbarê çarenivîsa Mihemed Ferdanî û cîhê ragirtina wî nehatine bidestxistin.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku di nava 8 mehên derbasbûyî de li Rojhilatê Kurdistanê 11 ciwanên ku temena wan di bin 18 salî deye ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

N: E. G