Ehmed Ebû Rîşe: Kurdistan penageha her kesiye

dibêje Kurdistan parêzvanê kesên belengaz bûye.

Dibêje eger Kurd opozîsyona Îraqê teslîm kiriba niha hinek kes hikma Îraqê nedekirin.

Serokê hevpeymaniya hişiyar bûna û serxwebûna netewî ya Îraqê Ehmed Ebû Rîşe li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek derbarê Kurdistanê de weşandiye.

Ebû Rîşe di peyama xwe de nivîsandiye: Kurdistan rixmî tevahiya qirîz û astengiyan, lê berê û niha jî penageheke aram bûye bo wan kesên ku zilim li wan hatiye kirin. Lewre nabe ti kes û aliyek Kurdisan tawanbar bike.

Rîşe herwiha nivîsandiye; Kurdistan bûye penageh û parêzvanê kesên ku zilim li wan hatiye kirin û îro jî aliyeke girîng ya biryarê ye li Îraqê de.

Tawanbar kirina hikûmeta herêma Kurdistanê ne raste, jiber ku eger Kurdistanê di dema xwe de anjî niha endamên opozîsyona Îraqê radest kiriba vê niha hinek kes li Îraqê nikarîbana desthilatê bigirin dest.

Ev twitta Ebû Rîşe derbarê ev civînê deye ku roja înê ji aliyê hin Serokeşîrên ereb ve li Hewlêrê derbarê normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Îraqê de hatibû organîze kirin û pişt re jî aliyên Îraqî hikûmeta herêma Kurdistanê tawanbar kiribûn.

N: E. G