Eşerq Elewset: Aboriya Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe

aboriya Kurdistanê baş dibe
کوردستان TV
100%

 

Bi nêzîkbûna dema referandûma serxwebûna Kurdistanê, aboriya herêmê Kurdistanê di hemû sektoran vejiyaye û pispor û aborînasên kurd destnîşan dikin ku dewleta Kurdistanê ya dê were damezirandind ê xwedî aboriyeke xurt be û dê çavkaniyên wê yên cûrbicûr hebe û hêza wê ya karker dê gelekî mezin be.

Li gorî nûçeya Şerq Ewsetê, pisporê aborînas Salih Kakoyî diyar kiriye ku Kurdistan bi çavkaniyên suriştî û madenî zengîn e ku herêmê di van salên dawî de dest bi kolana bîrên petrolê kir û ew amade kirin û dest bi firotina petrolê kir ji ber petrol çavkaniya sereke ya aboriya Kurdistanê ye û herwiha gaza suriştî jî çavkaniyeke sereke ye.

Herwiha Kakoyî bal kişand ser dewlemendiya madenî ku beşekî giring ji çavkaniyên Kurdistanê digire û destnîşan kir ku dikarin werin bikaranîn û ji be îxracatê werin bikaranîn.

Pisporê kurd bi bîr tîne herêma Kurdistanê herêmeke çandiniyê ye û wiha dibêje: "Cotyarê kurd cotyarekî jêhatî ye ku berhemên wiha hildiberînin ku berhemdariya wan zêde ye û li gel wê bi xwedîkirina ajalan ve jî mijûl dibin."

Wezareta Derve ya DYAyê: Haya me ji alternatîva McGurkî tine

Li ser sektora geştyariyê jî, Kako sektora geştyariya wek "petrola daimî" bi nav dike û ciwanên Kurdistanê bi bîr tîne û teqez dike ev hokar hemû misoger dikin ku dewleta Kurdistanê dê li ser bingehên aborî yên saxlem were avakirin.

Aborînas, bazirgan û karsaz diyar dikin ku qeyrana aborî ku 2014an de ji ber nakokiyên bi Bexdayê re dest pê kiribû û ji ber şerê li dijî DAIŞê û xwedîkirina bêtir milyonek penaberî girantir bûbû hêdî hêdî bi dawî dibe.

Li gorî pisporan, ew proje û çaksaziyên ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xwe serperiştiya wan kir û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roleke sereke di sepandina wan de lîst, bandoreke erênî û mezin li ser çareserkirina qeyranê kiriye.

Xwediyê şirketa Hanzoyê ya Bazirganiya giştî Felah Enwer jî diyar dike aboriya Kurdistanê ber bi başiyê ve diçe ji ber cihê erdnîgarî yê Kurdistanê derfetê dide ku bi dewletên cîran ên wek (Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê) re bixebite.

Herwiha pispor bal dikişînin ser têkiliyên xurt ên bazirganî yên Herêma Kurdistanê bi piraniya dewletên cîhanê re, nexasim bi welatên kendavê, Iraq û hinek dewletên din ên herêmê û rayedar ihtimala ku Îran û Tirkiye sînorên xwe bigirin jî dûr dibînin û wiha dibêjin: "Herdû welat dê sînor negirin ji ber têkiliyên wan ên aborî bi Kurdistanê re gelekî zêde ne û ev çend sal in ku gelek şirketên van herdû dewletan li herêmê dixebitin, lewra birrîna têkiliyan dê bandoreke neyênî li aboriya wan bike."

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.