Rûsya Tirkiye û Îran çevdêr dişînin Îdlîbê'

Îdlib jî weke navçeyeke aram tê destnîşankirin
کوردستان TV
100%

 

Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Aleksandr Lavrentyev ku serokatiya şandeya rûsî di hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê paytexta Kazakistanê, ragihand ku welatên garantör Rûsya, Tirkiye û Îran dê çavdêr ji bo şopandina agirbesta li herêma kêmkirina rageşiyan a li Îdlîbê bişînin.

Lavrentyev, bersiva pirsên rojnamegeran di çerçoveya hevdîtinên Astana-6ê de da û got: "Nêrînên cuda di vî mijarî de çênebû. Dê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îran yekîneyên çavdêr bişînin xeta cepheya Îdlîbê. Biryarên di derbarê lokasyona taybet û mekanîzmayê de, dê bi biryara welatên garantör were standin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.