Rûsiya gaza Kurdistanê dişîne Ewrûpayê

Rûsiya gaza Kurdistanê henarde dike
کوردستان TV
100%

 

Hikûmeta Kurdistanê û Rusneft rêkeftineke din îmze kirin.

Îro hikûmeta Kurdistanê û kompaniya Rusneft ya Rûsî derbarê henarde kirina gaza xwezayî ya Kurdistanê de rêkeftineke gelek girîng îmze kirin.

Li gor vê rêkeftina han vê kompaniya Rusneft dest bi henarde kirina gaza xwezayî ya Kurdistanê bo bazarên cîhanê bike û ji bo vê yekê jî vê kompaniya navhatî dest di rakêşana xeta henarde kirina gazê ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê bike.

Li gor heman rêkeftinê vê kompaniya rusneft bi qasî 1 miliyar dolar gaza Kurdistanê henarde bike.

Hêjayê gotinêye ku kompaniya Rusneft yaku kompaniya herî mezin ya dewleta Rûsiyayê ya warê enerjiyê deye destpêka sala 2017an rêkeftineke din jî di warê petrolê de li gel hikûmeta Kurdistanê îmze kiriye.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.