Hikûmeta Kurdistanê bombarana balafirên Tirkiyê şermezar dike

Hikûmeta Kurdistanê bordimanên Tirkiyeyê şermezar kir
کوردستان TV
100%

 

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bombarana balafirên Tirkiyê şermezar dike, ku deverên  Nêrwe û Rêkan li Parêzgeha Dihukê bombaran kirin û di encam de7 welatî şehîd bûn.

Tekesta peyam hikûmetê ew;

Îro balafirên cengî yên Tirkiye bi dijwarî deverên Nêrwe û Rêkan li Badînan bombaran kirin û di encamp de 7 welatî şehîd bûn.

Dema ku welatî ji bo karên xwe yên rojane çûbûne nav rez û baxên xwe, bi hêceta hebûma binkeyên PKK, ev dever bombaran kirin û mixabin piraniya wan şehîd bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bombarana balafirên cengî yên Turkiyê şermezar dike ku bûye sedema şehîd bûna hijmarek welatiyên Herêma Kurdistanê. Em daxwazê ji Tirkiye dikin  dest ji bombaranê bi wê awayê hilgire û ziyanê bi welatî yên Herêma Kurdistanê negehîne û bingehên cîrantiyê biparêze.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

2017/09/20

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.