Li 46 gundên Amedê qedexeya derketina derve hate ragehandin

li Amedê dubare qedexe hate ragihandin
کوردستان TV
100%

 

 

Li 46 gundên girêdayî navçeyên Amedê qedexeya derketina derve hat ragehandin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkere kir, ji ber destpêkirina operasyonên leşkerî li 46 gundên navçeyên Licê, Hezro, Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.

Tê diyarkirin, li deverên çiyayî û daristanî yên her çar navçeyan, liv û tevgerên gerîlayên PKK û rêveberên payebilind hatine tesbîtkirin û bi armanca bê bandorkirina wan, dest bi operasyonê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniyê, qedexe îro demjimêr 5'ê sibê dest pê kiriye û heta fermaneke din dê berdewam bike.

Nûçe

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.